Gundiyan law ji termê bavê wî qetand. Law rabû, çû pişta xwe da dîwarê camiyê û giriyê xwe li wir dom kir.
Hêsirên çavên wî diherikîn ser girêza devê wî. Hêsir, girêz û lîçika wî tevlihev dibûn.
Bêcemeyê lê bû ku her ji bîstikekê bêvila xwe pê dixist, ji navranê heta çongê çiriyabû.
Gundiyan li law mêze kir û wan ji hev re got, “ev zarok, bi vê tazîtiyê nabe, divê em jê re çareyekê peyda bikin.
” Yekî ji wan got, “kefen dirêj e, ji dêvla ku di bin axê de birize, ka em hinekî jê bikin û ji lêwik re bikin kinc!”
Gundiyek reviya ber bi malê ve, çû meqesê bîne!
Şîrove
Ji Bo Tu Şîrove Bikî Divê Endamtiya Te Hebe