Tê gotin ku Hunera Cengê gelekî hatiye pejirandin û wek yekemîn berhema di warê leşkeriyê de hatiye dîtin. Piştre li kişwera Japonyayê gelek lêkolîn û xebat li serê hatine kirin. Axirê li seranserê cîhanê wek berhemeke girîng a stratejiyê hatiye dîtin. Her ku hatiye xwendin bêtir hatiye zanîn û wergerên wê yên zêdetir berbelav bûne. Hetta mijar hatiye asteke wisa ku minaqeşe li ser nivîskarê vê berhemê hatine kirin. Çimkî li gorî nêrînên hinekan ev berhema han ne ya Sun Tzu bûye. Sedema vê nelihevkirinê jî berhema Si Ma Qian a bi navê Tomarên Dîroknûsê Mezin e ku di vê berhema han de qala du Sun Zi’yan tê kirin. Ji van herduyan yek jê Sun Wu û yê din jî Sun Bin e.
Şîrove
Ji Bo Tu Şîrove Bikî Divê Endamtiya Te Hebe