Pirsa qedera cureya mirovan bi ya min wisa dixwiye, eger û bi kîjan miqdarê ew di perisîna şaristaniya xwe de bi serbikeve, ecizkirina bi hev re jiyanê ya sewa xweajoyê êrîşokiyê û xwetunekirinê ya mirovanî karibe hukim bike. Dibe ku di vê pêwendiyê de dema îroyî balkêşiyeke taybet bi heq dike. Mirov di hukimdariya hêzên xwezayê de wisa bi pêş de çûn ku ew dikarin bi alîkariya wê bi hêsanî hevdu heta mêrê dawî tune bikin. Ew vê yekê dizanin, loma ev payeke mezin a nearamiya van, nebextewariya van, rewşa vanan a bitirs. Û niha em dikarin li hêviyê bimînin ku ya din yên herdu „hêzên ezmanî“, erosa qedîm, dê li ber xwe bide, da ku di şerrê bi dijminê xwe ye eynî wiha nemir bi ser bikeve. Lê kî dikare serkeftin û serencamê texmîn bike?
Şîrove
Ji Bo Tu Şîrove Bikî Divê Endamtiya Te Hebe