Niha êvar mî ye. Hîv pîvazeke zîv e. Ez lê dinêrim ji tûjiya wê çavê min hêsir dike. Bîna sîran ji destê stêrkan tê, bi min pir xweş e, ez wî destî dibim ber bêvila xwe. Silêmanên dunikil li ser qomaxên xaniyan lûsiyane. Çîvçîva wan di hişê min de lod e. Ez wek xesekê rojên berê diqeşêrim, navika wê berf e; ez dixwim naxwim hundirê min hênik nabe.
Şîrove
Ji Bo Tu Şîrove Bikî Divê Endamtiya Te Hebe