Berfek dibariya di zaroktiya me de
ji kîjan ezmanî dadiket gelo?
Ka ew lempa di serê sikakê de?
Kê dizî ronahiya wê?
Ew pûkên ku li rûyê me diqelibîn
di kîjan şikeftê de razayî man?
Çi hat serê wan berûyên li ser soban
û ji gumgumên tûtya?
Şîrove
Ji Bo Tu Şîrove Bikî Divê Endamtiya Te Hebe