Pîra min destmêj digirt
Bi xwîna meytê min…
Li nimêjê teqiya ruhê min î dilgirtî…
Û bû dengekî xerîb
Li nav pirêzeyeke bêbinî û winda…
Li ber nimêja diya min
Qelîşteyeke kûr li meytê min î mirî ket..
Û nifirên diya min ji mala me ya qurmiçî derketin
Û bû Sîperkeke sor û di hundirê xwe de ez dabelihandim…
Şîrove
Ji Bo Tu Şîrove Bikî Divê Endamtiya Te Hebe