Melle Xelîlê Sêrtî di jiyana xwe de herî pir guh daye sincmendî û perwerdehiyê. Alimekî ku guh bide sincmendî û perwerdehiyê
tê wê wateyê ku ew gelekî nêzîkî xebatên sosyolojîk e û çareserkirina pirsgirêkên civakî jê re pir girîng e.
Berhema Melle Xelîlê Sêrtî ya navdar “Nehcul Enam” berhemeke etîk-civakî ye û hewl dide ku rêya gelê
xwe ronî bike. Sêrtî di vê berhemê de li gel rêgezên îslamî, maksîmên etîk vedibêje.
"Yek Mewlana Xelîlê Sierdî
Siwarê hespê kêmweşê Kurdî
Niviştek bi navê “Nehcul Enam”
Bi zarê Kurdî, lê ji bo xas û am"
Cegerxwîn
*
Wek berhema Melle Xelîlê Sêrtî “Nehcul Enam”, berhema Feqî Reşîdê Koçer “Sirul Mehşer” jî pirtûkeke sereke ya medreseyan bûye. A ku “Nehcul Enam” û “Sirul Mehşer” dike pirtûkên sereke yên medreseyan dirûvê wan ê helbestî û mijarên wan ên olî-sincî ne, ev herdu pirtûk wek mufredata medreseyan hatine qebûlkirin.
“Yekî din, dibêjine wî, Feqî Reşîd
Di zarê Kurdî de fêris û egîd
Niviştek wî heye bi navê “Sirul Mehşer”
Zarokên Kurdan dixwînin ezber”
Cegerxwîn
Şîrove
Ji Bo Tu Şîrove Bikî Divê Endamtiya Te Hebe