Tozeke mezin ji binê darê rabû. Zarokek ji darê pênc gav dûr ketibû û qîrînî pê ketibû. Yek jê li binê darê bi ser devê xwe ketibû û xarên wî ji bêrîka wî rijiyabûn, li dora wî û belav bûbûn. Vizviza kelmêşên ser gemarê dihat û kûçikên ku li ber siyê vezeliyabûn rabûbûn ser xwe dikirin ewtewt. Hinek mirovan serê xwe ji paceyan derxistibû, li cihê bûyerê dinêrîn, mêrikek tevî fanêre û bêcemê xwe û xwas ber bir dara tûye ve direviya, miroven li taxê ber bi darê ve diçûn. Dengê korneya erebeyan li ser hevdu dihat û ji dawiya taxê dengê etar dihat, digot: “Werin leganan!… Werin meteran!… Werin misînan!…”
Şîrove
Ji Bo Tu Şîrove Bikî Divê Endamtiya Te Hebe