Ez wisa ber bi dojehê ve dimeşiyam ku ti tişt li ber çavên min nebûn. Di wê demê de zebelehên derûdora min jî xweş qilêfandibûn mencela ku ez ê di nav de rûnim. Mencelê hê tenî negirtîbû, bi agirê dilê min dibiriqiya. Qeresayan ji min re gotin “netirse, ku mencel reş bibe jî çi lê nayê, ew ê bibe çavşînka te. Em ê wê teniyê li eniya te bidin ku tu çavinî nebî.” Belê hema wisa gotin. Lê helbet wisa neqewimî, çavşînk ji ku, parastin ji ku, ez ketim reşbîniyeke bêserûber. Kuçikê xwe min ji dilê xwe kiribû jixwe, min agirê bin mencelê bi xwe dadida. Carinan min lavayê Xwedê dikir lê Xwedayê ku qedrê qeresayan digirt li qeraxa mencela ku tê de me rawestiyabû, temaşaya min dikir.
Şîrove
Ji Bo Tu Şîrove Bikî Divê Endamtiya Te Hebe