“Tiştekî ku ne li ciyê xwe lê li ciyekî çewt be wek “gemar”ê tê binavkirin: Heger kulmek ax li hundirê salona me hatibe rijandin ew ji gemarê tê hesibandin, lê na heger heman kulma axê li ciyê xwe, ango li ser girekî be, ew ne gemar e; hetta alaveke aydî salona me gava ku li ser wî girî be îcar ji dêvla wê axê ew alav wek gemarê tê binavkirin. Însan jî wiha ye, gava ku ne li cî û warê xwe, lê li cî û warekî çewt be, ji bo xweciyên wê derê wek gemarê tê hesibandin; lewma jî welatê însên nasnameya paqijiya însên e.
Her serdest an jî majorîte bindestê xwe ya jî mînorîteya xwe wek gemarê şîrove dike û li rêyên tunekirina wê gemarê digere. Di çavê hemû serdestan de bindest gemarî û genî ne; ji ber vê dilê serdestan zû bi zû nare xwarina bindestan.
Majorîteyê her tim mehdê xwe ji mînorîteyê xelandiye. Rast e, hişmendî û illim jî ekonomî paqijiyekê ji serdestan re didebirîne, lê xwîna bindestan a ku ji destê serdestan diniqute ma ne gemarek e? Keda bindestan a çandî û aborî, ya ku bi salan ji alî serdestan ve tê xwarin ku li dora devê wan xuya dike ma ne gemarek e?”
Şîrove
Ji Bo Tu Şîrove Bikî Divê Endamtiya Te Hebe