dişehikim beyarên bejn-qutifandî
yê rûyê te yî berfînî yê ji hembêzên tijîkirî
ber bi çeperên taldeha kubar ve weşiyayî
kêlek bi kêlek li bayê tirafa agirên te werimîme
avjeniya salan e ya ku li dojeha termê min dadayî
ku li dehlên bihuşta te xilmaş bûye
xilmaşiya li kemîna kodika zikê te yî dilmayî
palepal li şopikên çepera te rast bûye
ji çirrînên lêvên te yên westiyayî
piçek pirpar dibelqitim û hinek deng kom dikim
li telaşên tirhikê şaxên te yên veziliyayî diguvêşim serhişkiya şeveke kedîkirî
li havîngehên gilokên te yên har pîrebokên destên min windayî
qolinc bi qolinc li seqema kezeba te har bûme
ez im ez li kafirbaziya kezeba te siwarê hespê boz
har li xeniqiyê dema hebûna te me bi kum koloz
Şîrove
Ji Bo Tu Şîrove Bikî Divê Endamtiya Te Hebe