Ew çi ye mîna mizgîniyekê ji dilê te diherike?
Ew çi bagereke rûreş e bi newqa te ve hildiperike?
Ew çi pêxemberekî tirsonek e ku li ber lingên te dirikrike?
Ew çi stêrk in li ser milên te diçirûsin?
Ew çi konên reş in, di kolanên henasa te de dimelisin?
Ew çi zemawend in, di gorepanên temenê te de poşman dibin?
Ew çi halan û govend in, di gurmegurma kêfxweşiya te de gumanbar dibin?
Ew çi tembîname ne di hibra çavên te de talan dibin?
Şîrove
Ji Bo Tu Şîrove Bikî Divê Endamtiya Te Hebe