Bêhna şûrên neşûştî,
Bi serhiladanan paqij dikim ji rûyên te.
Bi çavên şîlaq û şeliqî, bi nêrînên pispisok,
Rêdana rêya te dikim.
Henaseyên xwe teva reşêşkên baranê,
Û
Nermebayekî hênik, bi xeyalên xwe re,
Ji te re bi rê dikim.
Têr av bide gul û sosinên nezarên dilên xwe.
Devên avzêmkên çavan berdidim,
Bila derbas bibin,
Di co û cobarên li ser kolikên sînga te.
Kirasên helbestan vajî lê dikim,
Ji bo xatirê çavên teee.
Şîrove
Ji Bo Tu Şîrove Bikî Divê Endamtiya Te Hebe