Neçe, li pêşiya te welatê ji zivistanê sartir heye, Bila şil nebe porê te bi barana xerîbiyê Neçe, wê hilweşe bîranînên te berî payîzan Li kolanên vî bajarê cemidî. Neçe, rê dûr e, nikarim bimeşim bi te re Veşêre, bîranînên me di dilê havînan de Û Xwe bistrîne ji maçên Tebaxê. Dibe ku di bihara temen de bêbavek di te derkeve, Û dibe ku tu venegerî, Ez ê li benda werzan bim Û herdu çavên xwe bikim fîdye Ji bo ramûsaneke berdêla çavên te.
Şîrove
Ji Bo Tu Şîrove Bikî Divê Endamtiya Te Hebe